Kuwêt şaneyek girêdayî "Îxwan" girt

Wezareta Hundirîn a Kuwêtê got "Şaneyek terorîst girêdayî rêxistina Îxwan" ya li Misirê derheqê endamên wê de cezayê girtinê hatibû birin, girt.

Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir ku "Hêzên Ewlehiyê ya Wezareta Hundirîn a Kuwêtê" şandeyek terorîst girêdayî Îxwan ku dozgeriya Misirê cezayê girtinê 15 salan lê birî bû, girtin."

Li gorî daxuyaniyê; endamên şaneyê ji desthildariya ewlehiya Misirê reviyan Kuwêtê û ji aliyê Wezareta Hundirîn a Kiwêtê ve hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî şopandina wan hêzên em cihên endamên şandeyê diyar kir û operasyoneke ewlehiyê pêk anî di encamê de hemû endam hatin girtin."

Wezaretê diyar kir ku endamên şaneyê li xwe mukur hatin wan li gelek deverên Misirê "Kiryarên terorîst" kirine û bi bîr xist ku lêpirsîn hîna berdewam e heta kesên bi wan re bûne hevkar werin eşkerekirin.


Mijarên Din