Êla Tey: Divê gel li dijî dagirkeriyê rêxistina xwe xurt bike

Ji şêxên êla Tey a Ereb Hesen Ferhan Abdulrehman El-Tayî hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin eniyek.

Bertekên gel ên li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Ji şêxên êla Tey a Ereb Hesen Ferhan Abdulrehman gef û armancên dewleta Tirk a avakirina "Herêma ewle" red kir û got: "Em dibêjin, herêma ku Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê dijînin herêmên ewle ne. Pêkhateyên herêmê ji tevahiya herêmê re mertalên ewlehiyê ne.”

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17‘ê Tebaxê bi mijara gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebata diyalogan a rûspiyên êrîşên herêma Cizîrê li dar xistibû. Di komxebatê de 500 şêx û rûspiyên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û Asûr amade bûn. Rûspiyan di komxebatê de tekez kirin ku ew bi QSD‘ê re ne û dê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

‘Divê gel  xwe birêxistin bike û xaka welat biparêz e’

El-Tayî bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe birêxistin bikin û wiha got:  "EM eşîr mil bi mil li rex Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Xweparastinê û hemû kesên ku xaka vî welatî  diparêze, bisekinin. Divê em bi yekrêzî li dijî dewleta Tirk bisekinin û sînorekî ji gefên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin."

(bb/bm)

ANHA

 


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar