​​​​​​​Lavrov: Çeteyên tundraw ji Sûriyê diçin Lîbyayê da ku tevliheviyê çêkin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku çeteyên tundraw ên Sûriyê diçin Lîbyayê da ku li wî welatî jî tevliheviyê çêkin.

Lavrov di civîneke çapemeniyê de bi hempîşeyê xwe yê Srî Lankayê Dinesh Gunawardena re diyar kir ku "ji sedî 90 ji axa Sûriyê di bin serweriya hikumeta rewa de ye, devera mayî jî hin dever in ku çalakiyên terorê lê têne kirin, bi taybet li Idlibê, li vir jî tundraw hêdî hêdî têk diçin.”

Lavrov wiha dewam kir: "Lê mixabin, dîsa behsa têkiliya di navbera Sûriyê û Lîbyayê de tê kirin ku tundraw diçin Lîbyayê ku li wî welatî jî tevliheviyê çêkin."

Tê zanîn ku dewleta Tirk çeteyên Sûriyê bi rê dike Lîbyayê da ku piştgiriya hikûmeta Wîfaqê bike ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike.

Duh bêyî ku li hev bikin, hevdîtinên di navbera aliyên Lîbyayê de li Moskovê bi dawî bûn.

(kn/kc)


Mijarên Din