Lavrov: Divê senaryoya leşkerî li Qerebaxê bi pêş nekeve

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Moskov li dijî çareseriya leşkerî li Qerebaxê ye.

Sergey Lavrov piştrast kir ku Rûsya li dijî çareseriya leşkerî li Qerebaxê ye û bang li aliyan kir ku senaryoya leşkerî li herêmê bi pêş nexin.

Di demekê de ku agirbesta sêyemîn li Qerebaxê ber bi hilweşanê ve diçe ku duh li Washingtonê hatibû ragihandin û her du aliyên nakok bi binpêkirina agirbestê hev tawanbar dikin, Rûsyayê ev daxuyanî da.


Mijarên Din