Lavrov: Em ê li dijî hewldanên bêgunehkirina terorîstên li Idlibê bisekinin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn ku dê welatê wî li dijî hewldanên bêgunehkirina terorîstên li Idlibê, bisekine.

Piştî hevdîtina li gel hempîşeyê xwe yê Tacikistanê, Lavrov di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: "Careke din diyar dikim ku em ê li dijî hewldanên bêgunehkirina terorîstên ku Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê diyar kirine, bisekinin."

Lavrov wiha lê zêde kir: "Bi hêvî me ku peywendiyên domdar ên artêşa me û artêşa Tirkiyê  bi beşdarbûna dîplomatan û saziyên ewlekariyê, erênî bi dawî bibin. Hîna derfet heye ku em li ser tunebûna terorîstan li Sûriyê di vî parçeyî de, li hev bikin. Heta divê hebûna wan bi temamî bi dawî bibe."

Ev yek piştî rageşiya li başûrê Idlibê ku hêzên rejîmê 7 herêm bi dest xistin û balafiran derdora nuqteyeke girêdayî Tirkiyê bombebaran kir, pêk hat.

(cx)


Mijarên Din