Lavrov gefa tunekirinê li Heyet Tehrîr El- Şam (El- Nusra) xwar

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gefa berdewamkirina êrîşan li dijî terorîstên ku bargeha Himêmîm topbaran dikin, ên li herêmên “bêçek” li parêzgeha Idlibê, xwar.

Di dawiya danûstandinên bi hempêşiyê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf re, Lavrov îro Çarşemê destnîşan kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra li Sûriyê di bin navê Heyet Tehrîr El-Şam de çalak bûne û parêzgeha Idlibê ji xwe re kirine baregeh. Ne tenê bajêr kirine bin serweriya xwe, ji wir êrîşî nuqteyên rejîma Sûriyê û herî dawî bargeha Himêmîn a Rûsî dikin. 

Lavrov wiha domand: "Helbet bê bersiv neman. Dê heman rojê bersiva xwe bigirin. Divê ev hêlîna terorê ji kokê ve were tunekirin. Rûsya û Amerîka girêdayî wê muzekere mohr kirine û leşkerên her du dewletan niha hewl didin bendên wê müzakereyê bînin cih.”

(şx)


Mijarên Din