Lavrov: Me bi terorîstên li Sûriyê re li hev nekiriye û em nikarin tawîzan bidin

Îro wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku wan bi terorîstên li Sûriyê re li hev nekiriye û nikarin tawîzan jî bidin. Lavrov îşaret pê kir ku dewleta Tirk Rûsya der barê hebûna hêzên wê li Idlibê de agahdar nekiriye.

Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê de got: "Tirkiyê negotiye hêzên me li Idlibê hene. Ji mafê artêşa Sûriyê ye ku terorîstan têk bibe û em jî nikarin şerê li dijî terorîstan asteng bikin."

Lavrov kifş kir ku îro serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi serokkomarê Tirkiyê re Recep Tayyîp Erdogan re, der barê pêkanîna hevpeymanê de axivî û wiha da zanîn: "Divê lihevkirinên der barê herêma bêçek de bên kirin."

Di heman demê de Lavrov bal kişand ser ku wan bi terorîstên li Sûriyê re li hev nekiriye û nikarin tawîzan jî bidin.

Duh dewleta Tirk  ragihand ku 33 leşkerên wê li Idlibê hatine kuştin, di heman demê de SOHR`ê jî diyar kir ku hejmara kuştiyan gihaştiye 34 leşkeran.

Rûsyayê der barê kuştina leşkerên Tirkiyê yên di nav çeteyan de, dewleta Tirk tawanbar kir û piştrast kir ku şerê dijwar ê li Idlibê, bi sedema hewldana çeteyan a êrişkirina hêzên rejîma Sûriyê ye.

(eh)


Mijarên Din