Lavrov: Pêwîste Kurd beşdarî civînên Soçiyê bibin

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang li pêwîstiya nûnertiyek berfireh a Kurdan di kongreya diyaloga Sûrî li Soçiyê kir û got: "Biryarên ku di kongreyê de hatine girtin û ji hêla NY`î ve hatine erêkirin, diyar bûn ku divê berjewendiyên Kurdên Sûriyê di ber çavan re were derbaskirin."

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Islamî Yûsif El-Asîmîn li Moskowê civînek çapemeniyê ya hevpar dan. Lavrov diyar kir ku pêwîste diyalogeke yekser di navbera hikumeta Sûriyê û Kurdan, di çarçoveya yekîtiya xaka Sûriyê de pêk bê û wiha got: “Ji berjewendiya Kurdan e ku beşdarî diyalogê bibin û em dê bi vê yekê keyfxweş bin.”

Sergey Lavrov destnîşan kir ku pêwîste nûnertiyekek berfireh a Kurdan di kongreya diyaloga Sûrî-Sûrî de li Soçiyê hebe û bang kir ku divê berjewendiyên Kurdan di ber çavan re werin derbaskirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din