Lîbyayê Îxwan El-Mislimîn wek komeke terorîst îlan kir

Parlamentoya Lîbyayê bi dengdayîna 70 parlamenteran komên Îxwan El-Mislimîn xistin ber qedexeyê û wek komên terorîst qebûl kir. Her wiha endamê Komîteya Parastinê û Ewlehiya Niştîmanî ya Parlamentoya Lîbyayê, Tirkiye bi piştevaniya bermahiyên fermandarên rêxistina El-Qaîde û çandina siyaseta Îxwanan tawanbar kir.

El-Erebiye Net ragihand ku Parlamentoya Lîbyayê bi dengdayîna 70 parlemanterî komên Îxwan El-Mislimîn xistin qedexeyê û wek komên terorîst îlan kir. Ev gav jî wek destpêka lidûketina endamên komê bi awayekî qanûnî ye.

Hin parlamenteran ji serokatiya parlamentoyê re bendeke lez a pêwîstiya ragihandina komên Îxwan El-Mislimîn wek rêxistina terorîst, pêşkêş kir.

Di vê derbarê de endamê Komîteya Parastinê û Ewlehiya Niştîmanî ya Parlamentoya Lîbyayê Tariq Ciroşî got: "Banga rêxistina Îxwan El-Mislimîn a destwerdana Tirkiyê ya leşkerî ji bo Lîbyayê, nîşaneya nêzbûna dawiya projeya wan e."

Ciroşî wiha pê de çû: "Belge û rastiyên ku di destê artêşa Lîbyayê de ne, tekez dikin ku piraniya fermandarên rêxistinên terorî yên ku di Lîbyayê de têk çûne, niha li bajarên Stenbol û Dewahayê ne. Raporên heyî destnîşan dikin ku hewldanên vegerandina wan a Lîbyayê, mirî ne."

Her wiha Cîroşî Tirkiye bi piştevanî û hewandina bermahiyên fermandarên rêxistina El-Qaîde û çandina siyaseta Îxwanan, tawanbar kir û îşaret pê kir ku heyîna mezinên fermandarên terorîst ên rêxistinên El-Qaîde li Stenbolê wek terorîstên bi navên Abdulhekîm Bilhac El-Mekne (Ebû Abdullah Sadiq), Ebû Muzur Saîdî, Xalid Şerîf, Elî Selabî û ji bilî wan ku di bin parastina dewleta Tirkiyê de ne, destpêkeke ji bo lîstina rola pêş e.

Ciroşî mîsoger kir ku Komîteya Parastin û Ewlehiya Niştîmanî ya Parlamentoya Lîbyayê dê li dijî endamê koma Îxwan Mihemed Mirxem piştî destketina qeydek ji daxuyaniya wî, kiryarên qanûnî pêk bînin. Ew dê ji Buroya Serdozgeriya Giştî ya Leşkerî re bi tawana lîstîna bi ewlehiya niştîmanî û gefên li dijî aştiya dewletê bi vexwendina dewletên biyanî ya destwerdana bi hêza bi çekê, bê rakirin.

(fr)


Mijarên Din