Lehengê ku teslîmiyet qebûl nekir; Îsamîl Hesen

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl Hesen  ji bo parastina mafên gelê xwe ji destpêka avakirina hêzên Erka Xweparastinê ve beşdarî nava refên Erka Xweparastinê dibe û di kêliyên dawî yên şehadeta xwe de teslîmkariyê qebûl nake, dibêje "Bêyê xwînê azadî ne pêkan e" û beşdarî karwanê cangoriyên azadiyê dibe.

Serpêhatiya têkoşerê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl Hesen çîroka bi hezarên şehîdên ku di oxira azadiya welatê xwe de şehîd bûne vedibêje.

Îsmaîl Hesen, di sala 1989‘an de li navçeya Til Temirê çavê xwe li dinê. Îsmaîl di malbateke welatparêz ji 2 xwişk, 8 bira, dê û bav de ku debara xwe ya jiyanî ji çandinî û sewladariyê pêk di anî mezin dibe. Piştî ferdên malbatê mezin dibin di karên wekî din de li derveyê gund dixebitin.

Têkoşer Îsamîl ji zarokatiya xwe ve bi hezkirina xwe ji malbat û hevalên xwe re cihê xwe di dilê her kesî de digire. Bi malbat û hevalên xwe re gelekî dibû alîkar û tişta ku jê dihat xwestin, pêk dianî. Îsamîl, piştî ku xwendina xwe ya navîn diqedîne, dest dibistanê ber dide û di pêşesaziyê de dixebite, di demên xwe yê vala de li çemê Xabûr de avjenî dikir.

Tevlîbûna nava Erka Xweparastinê

Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, gelek guhertin girîng rû dan. Di vê çarçoveyê de gelên herêmê êdî xwe di nava saziyan de di bin banê rêveberiyeke xweser de rêxistibûyîna xwe saz kirin. Li milekî din jî dijmên gel bi hemû rêbazên xwestin vê şoreşê ji holê rabikin û êrîş dan destpêkirin. Gelê herêmê li hemberî van êrîşan hêzên xwe yên leşkerî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parasatina Jin (YPJ) ava kirin. Bi dijwariya êrîşên li ser herêmê re pêwîstî bi avakirina hêzên Erka Xweparastinê hate dîtin, ciwanên herêmê ji bo parastina xaka xwe bi dildarî ref bi ref beşdarî vê hêzê bûn.

Hêzên Erka Xweparastinê li herêma Cizîrê di sala 2015‘an de hate ragihandin. Îsamîl Hesen ji ciwanên destpêkê  bû ku di nav 430 ciwanan de ku tevlî dewreya yekemîn a vê hêzê dibe. Îsamîl di nav vê hêzê de perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dibîne. Li gorî hevalên pê re jiyan, têkoşer Îsamîl bi rêxistibûnyîn û nîqaşên xwe yên dewlemend dihat naskirin û erka xwe bi rêk pêk di anî heta qedandina dewreyê.

Ji fermandarên Erka Xweparastinê Bahoz Feqîra anî ziman ku, têkoşer Îsamîl Hesen ji kesên destpêkê bû ku tevlî Erka Xweparastinê bû û gelek ciwan tevlî refên hêzê kirin. Bahoz diyar kir ku têkoşer Îsamîl kesayetek çalak bû, şervan rêxistinkirin û perwerde dikirin, her kes jê re rêz û hurmet digirt.

Fermandarê Erka Xweparastinê Bahoz destnîşan kir ku ciwanên beşdarî dewreya yekemîn bibûn, ji fikra avakirina vê hêzên pir bi coş bûn, ji ber armancên wan jiyaneke bi ewle û azad e.

Fikra avakirina vê hêzên destpêkê rastî gelek rexneyan hat, ji ber ku armanc jê reşkirina şoreşê ye. Hevalê têkoşer Îsamîl ê herî nêzîk Xebat dibêje, hemû hewldanên reşkirin û têkbirina şoreşê ne gihiştin serî, ji ber ku tevlîbûna ciwanan a nava vê hêzê heta roja me ya îro didome.

Şehadet

Îsamîl Hesen beriya şehîd bikeve bi çend rojan ji malbatê dixwaze ku serdana wî li nuqteya li dimîne li Til Temîrê bike. Hevjîna birayê wê ku serdana wî kiribû kirbû, der barê wan kêliyan de wiha dibêje: "Bi rûyekî ken li me nerî û got, ev hevdîtina dawî ya di navbera me de ye. Paşê çeka xwe rakir û danî ser milê zarokên min û ji wan re got, heger ez şehîd bikevin çeka min rakin."

Piştî rizgarkirina navçeya Til Hemîs ji çeteyên Cebhet El-Nusra ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve çeteyan di 23‘ê Sibata 2015‘an de êrîşê gundê Til Beyderê kirin û ji her aliyan ve gundê Xêbiş ê navçeya Til Temirê xistin dorpêçê. Isamîl û hejmarek hevalên xwe ku li nuqeyên gundê Xêbişê bi cih kiribûn, êrîşa yekemîn û çetayan li ser bendên şervanan bersivandin. Piştre çeteyan êrîşa duyemîn kirin û di encamê de Îsamîl Hesen şehîd dibe.

Dayika şehîd Îsamîl, Medîne dibêje ku kurê wê Îsamîl beriya şehîd bikeve bi nîv saetekê pê re telefonê kir û got: "Dema diaxivî, dengê fîşekan û şer pir xurt dihat. Ez li ser wî gelek bi tirs bûm, min jê re got paş de biçe got, biborîne dayê ez bi paşde naçin û teslîm nabin ji ber ku azadî bi xwînê pêk tê."

(bb)

ANHA


Mijarên Din