Êlekzer dîsa li dijî Macron dadikevin xwepêşandanan

Tevgera Êlekzeran ji bo xwepêşandanan îro careke din xwe amade dikin. Di 2 hefteyên dawîn de xwepêşandanên wan kêm bûn û bang dikin ku li gelek bajarên mezin ên Fransayê xwepêşandanan li dar bixin.

AFP`ê ragihand ku Êlekzer dixwazin careke din dakevin xwepêşandanan, tevî ku asta beşdarbûna wan di 2 hefteyên dawîn de kêm bû, piştî ku 150 heta 300 hezar kes beşdarî gelek meşên bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bûn.

Di şemiya çûyî de 23 hezar xwepêşandêr kom bûn, li gorî ku hikumetê ragihand, lê xwepêşandêr vê yekê red dikin û diyar dikin ku hejmara wan 60 hezar kes derbas kir.

Li Parîsê, rêveberiya herêmî rê da ku 3 xwepêşandan bên lidarxistin.

Her wiha xwepêşandêran bang li Êlekzeran kir ku careke din li hemû welêt dakevin xwepêşandanan. Tê payîn ku çalakiyên li dijî Macron bêne lidarxistin, ew yek jî bi însiyatîfa ji cîgirê çepgirên radîkal Francois Rouffin ku dê fîlma xwe ya bi navê "Jo Faux do Sulay" (Ez rojê dixwazim) a der barê Êlekzeran de nîşan bide.

Di 17`ê Mijdara çûyî de li Fransayê ji ber bilindbûna bacan, nirxê pêdiviyên jiyanî û nirxê benzînê, xwepêşandinên mezin dest pê kir.

 (jo)


Mijarên Din