Leşkerekî Israîlê hate kuştin

Îro sibehê li Dufa Xerbiyê, leşkerekî Israîlê hate kuştin û serokê hikumeta Israîlê Benjamin Netanyahu soza rakirina tola leşker da, her wiha partiyên Israîlê banga lezkirina çalakiya ferzkirina serdestiya Israîlê ser Dufa Xerbiyê bi awayekî giştî kirin.

 Çapemeniya Israîlê got leşker hatiye kuştin, piştî ku çalakiyên revandina wî asteng bû.

Her wiha çapemeniyê wiha got: "Li gorî saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê, destpêkê leşker hatiye revandin, lê piştre ev yek asteng bû û leşker hate kuştin, îro jî cenazeyê wî hate dîtin."

Ji ber vê yekê, serokê hikumeta Israîlê Benjamin Netanyahu soza tolhildana leşkerê hatî kuştin da, her wiha seroka partiya "Çepa yek" a Israîlî "Elite Shaked" banga lezkirina kar ji bo ferzkirina serdestiya Israîlê li Dufa Xerbiyê kir.

Nûçegihanê me li Xezayê got komên Filistînê  bi rêya daxuyaniyên cuda çalakiya kuştina leşker pîroz kir û ew wek bersiveke xwezayî ser sûcên artêşa Israîlê binav kirin.

(jo)


Mijarên Din