​​​​​​​‘Leşkerkirina zarokan sûcekî şer e, divê hesab ji Tirkiyê bê xwestin‘

Berdevka Fermî ya Meclisa Jinê ya Minbic û Gundewarê wê Îbtîsam Ebdulqadir got: “Leşkerkirina zarokên Sûrî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin "Sûcekî şer" e. Em bang dikin ku hesab ji Tirkiyê bê xwestin.”

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di raporekê de eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên ku dagirkir kirine zarokên Sûrî biçek dike û wan dişîne Lîbyayê, da ku li kêleka hikûmeta Wîfaqê şer bikin.

Leşkerkirina zarokan sûcekî nû li lîsteya sûcên rejîma Tirkiyê zêde kir, li gorî Peymana Romayê leşkerkirina zarokan "Sûcekî şer "e.

Li ser vê mijarê Berdevka Fermî ya Meclisa Jinê ya Bajarê Minbicê  û Gundewarê wê Îbtîsam Ebdulqadir ji ANHA‘yê re axivî.

Îbtîsam diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pêşiya çavê  cîhanê sûc û bipêkirinan dike û got: “Lê kes dengê xwe nake. Dewleta Tirk a bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan ji kiryarên xwe têr nabe, niha hewl dide fitneyê li Sûriyê derxîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.”

‘TIRKIYE ZAROKAN BI KAR TÎNE‘

Îbtîsam wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên ku dewleta Tirk a dagirker wan dike leşker, divê li warê xwe di nava aramî û ewlehiyê de bijîn. Jiyana xwe bi awayekî xwezayî berdewam bikin û perwerdeya xwe temam bikin.”

Îbtîsam diyar kir ku ji ber aloziya jiyanî ya li Sûriyê, bi hezaran welatiyên Sûriyê di bin navê şîar û xîtaban de li pey plan û berjewendiyên derve ketin û wiha pêde çû: “Erdogan zarokên Sûrî bi tiştên xweş teşwîq dike da ku wan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar bîne.”

Berdevka Fermî ya Miclisa Jinê ya Minbicê bang û got: "Em dixwazin van zarokan ji vê xewê şiyar bikin û di wê baweriyê de bin ku Erdogan wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin."

‘LEŞKERKIRINA ZAROKAN LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWÎ YE‘

Îbtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku siyaseta Erdogan heger li Sûriyê, Lîbya, Ermenistan an jî Yewnanistê be, êdî ji cîhanê re eşkere bûye, armanca wê herêmên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bike û desthilatdariya Osmanî vegerîne.

Îbtîsam diyar kir ku leşkerkirina zarokan li djiî qanûnên navnetewî ye, divê civaka navnetewî û Neteweyên Yekbûyî hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Îbtîsam Ebdulqadir bang li zarokan kir ku li hişê xwe vegerin, li pey armanc û planên dewleta Tirk a dagirker û rê li ber hewldanên wêrankirina welat û koçberkirina gelên wê bigirin. Îbtîsam di dawiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin em yek bin û bi hev re alîkar bin da ku li welatê xwe Sûriyê bi aramî û ewle bijîn."

ANHA


Mijarên Din