Leşkerên artêşa rejîma Sûriyê li ser sînorên Dêrik û Girkê Legê bi cih bûn

Di çarçoveya lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de leşkerên artêşa rejîmê li gundên li ser sînor ên Dêrikê û Girkê Legê belav bûn.

Leşkerên artêşa rejîma Sûriyê li gundên Delavê Kera, Serimsax, Banokiyê, Til Beqaya yên Girkê Legê û gundê Kerdemê yê herêma Dêrikê bi cih bûn.

Tê payîn ku leşkerên rejîmê sibe li gundên Heb El-Hewa û Eyn Dîwar ê Dêrikê belav bibin.

ANHA


Mijarên Din