‘Leşkerên Tirk bi zanebûn min birîndar kirin‘

Xelîl Salih ê ku duh li ser sînorê Girê Spî ji aliyê leşkerî artêşa Tirk ve birîdar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin dibêje wî saet û nîv heya ber êvarî  li erdê dirêjkirî dimîne, piştre heya gundê Girê Sûr dixuşe û şênî wî dibin nexweşxaneyê.

Cotkarê bi navê Xelîl Salih (23) ji gundê Girê Sor ê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî û 140 metreyan nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Xelîl  duh dema di nava zeviyên xwe de dixebitî ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor tê gulebarkirin û di encamê de birîndar dibe.  Xelîl niha li nexweşxaneya Girê Spî tê dermankirin.

Xelîl Salih ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwe ya duh dike û dibêje ku ji sibehê çû nav zeviya xwe da ku bixebite û wiha domand: "Piştî min zevî av da ez çûm da ku jeneretorê avê vemirînim. Min dît zerevanê li ser sînor çeka xwe rastî min dike û du gule avêtin min, guleyek li zikê min ket û  ya din di destê min ê çepê de ket."

Salih wiha didomîne: "Malbata min nikarî min bibin nexweşxaneyê, ji ber ku leşkerên Tirk wan dikirin hedef. Piştî saetek û nîv min xwe xuşand û ez gihaştin gundê Girê Sor, min 300 metre bi xuşînê derbas kir. Ji gund ez rakirim nexweşxaneyê. Helbet min gelek xwîn winda kir û êdî rewşa min kirîtîk bû."

Birayê Xelîl Salih Delîl Salih got, ji ber hedefgirtina leşkerên dagirkeriya Tirk ew nikarî nêzî birayê xwe bibe. Delîl bi bîr xist ku dûrbûna di navbera sînor û birayê wî de zêdetirî 145 metre ye, yanî ew herêma qedexekirî ya sînor derbas nekiribû.

Ji aliyê xwe ve xebatkarê tenduristiyê ya nexweşxaneya Girê Spî Hesen Mihemed got rewşa XelîlSalih niha aram e û heya ku bi temamî sax dibe dê  di nexweşxaneyê de bimîne. Her wiha diyar kir ku ji ber ku destê Salih yê çepê zirar dîtiye dê emeliyeta demarê derbas bike.

Beriya çend rojan şêniyekî din bi guleyên leşkerên Tirk  birîndar bûbû û di encama birînên xwe de jiyana xwe ji dest dabû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din