Leşkerên Tirk gule li şêniyên Biradostê reşandin

Leşkerên artêşa Tirk li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê û herêma Biradostê, gule li welatiyên sivîl reşandin. Her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk herêm bombebaran kir.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û gelê wê berdewam dikin. Dewleta Tirk îro sibê saet di 05:00’an de careke din êrîşî herêmê kir. Balafirên şer ên artêşa Tirk îro danê sibê gundên Sîdekan ên herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kirin.

Rojnewsê ragihand ku duh êvarê leşkerên dewleta Tirk gule berdane ser niştecihên gund ên li herêma Biradostê.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafiran vê sibê Girê Lêlkan, Xakurkê û derdora herêma Biradostê bomberan kirine.

Êdî dewleta Tirk ne tenê bi balafiran herêmê bombebaran dike, duh êvarê leşkerên Tirk ên li ser çiyayê Çiyadêl, gule berdana gundiyên gundê Lêlkanê. Li gorî agahiyên berdest,  gelek gule bi malên gundê Lêlkanê ketine û ziyaneke madî gihîştiye xaniyên gundiyan.

Xelkê gund ji RojNewsê re diyar kir ku ew li ser bax û baxçeyên xwe ne û tu cihekî gerîlayên PKK’ê li nêzîkê wan nîn e. Lê ji ber êrîşên leşkerên Tirk jiyana wan di nava metirsiyê de ye.

Her wiha welatiyan got ev ne cara yekemîn e leşkerên Tirk bi guleyan êrîşî wan dikin.


Mijarên Din