Leşkerên Tirk li Nisêbînê agir bi zeviyên çandiniyê xist

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li bajarê Nisêbînê agir bi zeviyên çandiniyê yên li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û bajarê Qamişlo yê Bakurê Rojhilatê Sûriyê xist.

Şewat saet di 19:00‘an de derket û dûmana wê bajarê Qamişlo jî girtiye.

Şewat ji qereqola li nêzî deriyê sînor heta aliyê rojava belav bû. Li gorî şêniyan leşkerên dagirkeriya Tirkiyê yên li qereqolê agir bi zeviyên çandiniyê yên xelkên bajarê Nisêbînê xistin. Şêniyên taxa Xerbî û Hilêliyên yên bajarê Qamişlo di metirsiyê de ne ku agir bighêje zeviyên wan ên nêzî sînor.

ANHA


Mijarên Din