Leşkerên Tirk li Serêkaniyê 250 hektar zevî şewitandin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li herêma Serêkaniyê zeviyên çandiniyê şewitandin û nehiştin şênî agir vemirînin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor zeviyên çandiniyê yên gundê Ebû Son ê bajaroka Til Helefê yê herêma Serêkaniyê gulebaran kirin û zevî şewitandin.

Leşkerên dagirkeriyê şêniyên xwestin agir vemirînin, dikirin hedef.

Şêniyan diyar kirin ku beriya agir vemire 250 donim zevî şewît.

ANHA


Mijarên Din