Leyla Guven 150 roj e çalakiya greva birçîbûnê didomîne

Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 150’an de dewam dike. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz jî gihaşt roja 137’an.  

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 5 meh e (150 roj) çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Leyla Guven di Zindana Amedê de dest bi çalakiya xwe kiribû û piştî ku hate tehliyekirin, di mala xwe de çalakiya xwe berdewam dike.

Endamê meclisa partiyê ya HDP’ê Nasir Yagiz li Hewlêrê çalakiya xwe di roja 137’emîn de didomîne.

Li Strasbourgê 14 kes û li Walsê Îmam Şîş ev 111 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Li Mexmûrê çalakiya endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok 77 roj, çalakiya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak 81 roj, li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba 84 roj û her wiha çalakiya girtiyên li zindanên Tirkiyê ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kiribû, 112 roj li pey xwe hiştin.

Li Amedê jî parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç di avahiya HDP’ê de ji 3’yê Adarê ve çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 90’î. Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne. Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne. Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne.


Mijarên Din