Leyla Guven 152 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 152 roj in li ber xwe dide.

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 152'yemîn de didome.

 Li Hewlêrê jî berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 139'an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 113'emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 114 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 39'emîn de didome.

 Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 94 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 84, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 92 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 41 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Çalakiya Yusuf Îba li Torontoyê 87 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 86 roj, Husên Yildiz 81 roj, Hasbî Çakici 80 roj in di greva birçîbûnê didomînin. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 79 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 75 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 70 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 65 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 48 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 23 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 43 roj, Şeyma Ednan 35 roj û Gulebax Celal 20 roj in di greva birçîbûnê de ye.


Mijarên Din