Leyla Guven: Jin bi modela Rojava aşkera dikin ku bê çare û bê alternatîf nîn in

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin, bi boneya 8’ê Adarê peyamek da û got “Bi pêşengiya jinên li Rojava modela rola şoreşa enternasyonal, jin aşkere dikin ku ne bê çare û ne bê alternatif in.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek şand û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Leyla Guven got “Em hemû kemîn û lîstikên ku pergala mêrên serdest ava kiriye, yek bi yek derbas dikin û ber bi azadiyê ve dibezin.”

Leyla Guven di peyama xwe de wiha got:

“Jinên rêzdar; Clara Zetkin dibêje 'Kesên mirinê bidin ber çavan dikarin di jiyanê de bi ser bikevin û jiyanê qezenç bikin'. Îro jî hemû jinên cîhanê diqîrin û dibêjin; ‘Ji bo em mafê xwe yê ji me hatiye standin û desteserkirin bi dest bixin, ketine rêyan.' Em hemû rêyên ku pergala mêr bi kemîn û lîstikan girtiye yek bi yek derbas dikin û ber bi azadiyê ve dibezin. Bila gelê me baş zanibe ku pergala jin bigihêjinê û ava bikin, dê her kes karibe azad xwe bîne ziman û bibe rengê jiyana azad, demokratik ekolojîk û azadiya jinê. Ji ber vê yekê em dibêjin Rizgariya jinê, rizgariya civakê ye. Azadiya jinê azadiya civakê ye.

Jinên rêzdar, 8'ê Adarê ji bo jinan ji roja pîrozbahiyê zêdetir, roja têkoşîna hesabpirsîna hişmendiya mêrê serdest e. Ji ber vê yekê îro li hemû qadên cîhanê, jin li ber xwe didin û dadikevin qadan. Diqîrîn û diyar dikin ku ji Rozayan heta Sarayan, ji Sêvêyan heta Kader û dayika Taybet, ji Mirabel heta jinên bi tundiyê re rû bi rû dimînin, dê hesab bipirsin. Di pêşengiya jinên li Rojava modela rolê şoreşa enternasyonal, jin aşkere dikin ku ne bê çare û ne bê alternatif in. Diqîrin û diyar dikin ku qerîn û dengê dayikan ji hemû çekên cîhanê bi hêztir e.

Hûn di serî de nûnerên jinên li dijî tecrîdê di grevê de, jinên tevî zarokên xwe girtî û hemû girtiyên neşweş in. Em 8'ê Adara 2021'an bi hemû rengên xwe, bikin keskasor û rengê keskasorê daxin ser ruyê erdê. Em aştî, hezkirin û xweşbîniyê biqîrin. Bijî 8’ê Adarê.”


Mijarên Din