‘Leyla Guven şopdara Kemal Pîr û hevrêyên wî ye’

Çalakgerên greva birçîbûnê yên herêma Cizîrê destnîşan kir ku têkoşer Leyla Guven nameyek ji şehîdê berxwedêr Kemal Pîr û tevahî hevrêyên wî re şand û li ser rêbaz û têkoşîna wan têkoşînê berdewam dike.

Şêniyên herêma Cizîrê greva birçîbûnê li bin konê ku li bajarê Qamişlo hatiye vedan, di roja 3’yemîn de ku piştevaniya berxwedana têkoşer Leyla Guven a ku greva xwe ketiye roja 193’yemîn, hemû çalakgerên grevê yên di girtîgehên Tirkiyê û Ewropa de, berdewam e. 

Îro bi dirûşma “Em hemû Leyla Guven in” şêniyên taxa rojavayê bajarê Qamişlo nobeta greva birçîbûnê ku li Parka 19’ ê Tîrmehê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kantona Qamişlo û Kongreya Star ve piştî 154 şênî ji taxa rojhilatê 72 saetan ketin greve, girt. Tê payîn nobeta wan heta 2 rojan bidome.

Di roja 3’yemîn a grevê de şandeyên ji meclisa navçeya Til Hemîsê û bajarokên girêdayî wê û ji Rêveberiya Xweser bi hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis û Nezîra Gewriyê û hin ji hevserokên desteyan, serdana konê kir.

Hevserokê Meclisa Til Hemîsê got: "Îro em hatin vir da ku piştevaniya berxwedana çalakgerên grevê bikin, ji ber ku greva wan greveke mirovî ye û armanc jê jî rakirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan e."

Her wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl bidin û wiha domand: "Rêber Ocalan rêberekî navneteweyî ye, ne tenê rêberê gelekî ye."

Li aliyekî din jî Mehsûm Hesen hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan di dema pevguhartina nobetê de îşaret pê kir ku têkoşer Leyla Guven ji 8`ê Cotmeha 2018’an ve ketiye grevê da ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar bike. Her wiha diyar kir ku Leyla Guven nameyek ji şehîd Kemal Pîr û hemû hevrêyên wî re şand û ew jî wiha ye: "Em li ser rêbaz û têkoşîna we berdewam in û em dê zilma li dijî civaka me ferzkirî, bişikînin."

Hesen raber kir ku bi sedan kes tev li têkoşîna Leyla Guven bûne û ketine grevê, niha jî rewşa wan di xetereyê de ye û wiha pê de çû: "Lê hê jî desthilata Tirk di şovenîstiya xwe de berdewam e û ta niha neliviye."

Hesen got ku heke Tirkiye di ya xwe de israr bike, dê bi xwe xetereyê li civak û fikra demokratîk di hundir de bike û dê li ser projeya biratiya gelan a ku Ocalan pêşkêş kiriye jî xetere be.

Di bin kon de gelek çalakî rojane tên lidarxistin, wekî semîner, pêşandana belgefîlm û çalakiyên hunerî û çandî.

(fr)

ANHA


Mijarên Din