‘Leyla Guven şoreş e û çirûska xwe li hemû cîhanê belav kir‘

Li Helebê Çalakiya konvedanê ya Kongreya Star a ji bo şermezarkiria tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê ket roja xwe ya 7‘an di çalakiyê de hate gotin, Leyla Guven şoreş e û çirûska xwe li hemû cîhanê belav kir.

Çalakiya konvendanê ya Kongreya Star a Helebê ya bi armanca şermezaririna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di roja xwe ya 7‘an de didome.

Di çalakiya îro de hevjînên şehîdan, endamên Tevgera Kevana Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê û meclisên taxa amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Kongreya Star Mewlîde Silêman axivî, destnîşan kir ku parlamenter Leyla Guven û Nazir Yagiz û hevalên wan piştî ku hikumeta Tirkiyê hemû deriyên siyasî û diblomasî girtin dest bi greva birçîbûnê kirin da tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Bi navê hevjînên şehîdan, Seher Seydo, bi navê meclisa tenduristiyê li taxê endamê rêveberiyê Welat Memû, bi navê Tevgera Kevana Zêrîn û Desteya Çand û Hunerê Zeyneb Mihemed axivîn û piştgiriya xwe bi berxwedêrên çalakgerên grevê re nîşan dan.

Axaftvanan diyar kirin ku Leyla Guven şoreş e û çirûska xwe li hemû cîhanê belav kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, senvîzyonek hate pêşandan.

Çalakiyên kon dê heta siba bidome.

ANHA


Mijarên Din