​​​​​​​Leyla Qasim; nimûneya wêrekiya jinên Kurd

Leyla Qasim bi têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriyê cesaret û wêrekiya jinên Kurd nîşan da û bi şehadeta xwe bû sembola jinên azad a ku koletî û zilmê qebûl nake.

Jina têkoşer Leyla Qasim di 27‘ê Çileya sala 1952’yan de li gundê Bamîlî yê navçeya Xaneqînê ya herêma Germiyanê ji malbateke welatparêz çavê xwe li dinyayê vekir. Xwişk û birayên wê  Sebîhe, Selam, Sefa û Selah bûn. Leyla li ser hezkirina welat û gelê xwe mezin dibe.

Leyla xwendina xwe ji asta seretayî heta amadehiyê anku heta sala 1972‘yan li dibistanên Xaneqînê diqedîne. Piştre derbasî beşa sosyolojiyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Bexdayê dibe.

Leyla Qasim bi kesayeta xwe ya xurt dihat naskirin. Bi siyaset, çand û civakê ve mijûl dibe. Bi vê re beşdarî Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê dibe.

Rejîmê siyasetên erebkirinê li dijî gelê Kurd didan meşandin. Li ser vê yekê Leyla tevî malbata xwe neçar ma ku biçe paytexta Iraqê Bexdayê û li wir xwendina xwe temam kir.

Leyla di xwendina ya zanîngehê de bi rêya hevalekî xwe yê ji Xaneqînê, Partiya Demokrat a Kurdistanê dinase. Piştî naskirina partiyê dest bi têkoşîna siyasî dike. Bi çalakbûn û zîrekbûna xwe dihat naskirin û bû yek ji xwendekarên herî çalak di hundirê zanîngehê de.

RÊYA TÊKOŞÎNÊ HILBIJART

Leyla bi taybetmendiyên xwe yên neteweyî, rêya têkoşînê di qada siyasî de hildibijêre.

Piştî hilweşandina peymana 11‘ê Adarê ya sala 1970‘yî ya di navbera hikumeta Iraqê û Mela Mistefa Barzanî de hatibû îmzekirin ku li gorî wê hikumeta Iraqê îtîraf bi mafên Kurdan dikir, hemû hevalên Leylayê neçar man ku ji Bexdayê derkevin û biçin bajar û çiyayên Kurdistanê. Leyla biryarê dide ku li Bexdayê bimîne û têkoşîna xwe ya li dijî rejîma dîktator bidomîne. Pê re hewl da têkiliyê bi hevalên xwe re çêke da ku partiyê ji nû ve dûrî çavên saziyên ewlehiyê bi rêxistin bike.

Lê koma ciwanan nedikarî xebata xwe ya siyasî heta demeke dirêj dewam bike. Desthilata rejîmê 4 endamên partiyê girtin.

Di şeva 24‘ê Nîsana 1974’an de hêzên bi ser rejîma Baasê ve mala têkoşer Leyla dorpêç kir û ew sewqî navendeke xwe kir. Piştre xistin qawîşekê û serdana xizmên wê qedexe kirin. Hikumeta Baasê her cure îşkence lê dikir.

Di lêpirsînê de, Komîteya Lêpirsînê ya Ewlehiyê Leyla bi teqandina çayxane, klub, cihên sînemayê û kuştina sivîlan li Iraqê sûcdar kir. Leylayê bi van gotinan bersiv da: "Ez ne sûcdar im, ez têkoşerek im, ji bo doza xwe ya rewa; doza kurdî kar dikim, di oxira vê dozê de ez ê giyanê xwe feda bikin."

LEYLA BÛKA KURDISTANÊ YE

Di serdana yekemîn a malbata Leylayê de, Leyla cilekî kurdî û meqesê ji wan dixwaze. Piştî amade dikin, tayek ji porê xwe qut dike û dide xwişkên xwe da ku şahidên têkoşîna wê bin. Ji bo cilê kurdî jî dibêje: "Piştî çend rojan ez ê bibim bûka Kurdistanê, ji ber vê yekê dixwazim ku ax min bi hemû bedewbûna xwe hembêz bike."

Di 12‘ê Gulana 1974‘an de yan ku piştî hefteyekê ji girtinê re Leyla Qasim bêyî dadgeha qanûnî bi cilê wê yê kurdî hat bidarvekirin û bi dengekî bilind peyva “Kurdistan” qîr dikir. Bi vê yekê têkoşer Leyla Qasim ji hemû jinên Kurd û tevahî gelê Kurd re dibe mînak.

Leyla li goristana Geliyê Selam ê bajarê Necef dûrî war û malbata xwe hate veşartin.

Piştî şehîdxistina Leyla Qasim, bi sedan keçên Kurdistanê navê wê hilgirt. Leyla bû meşaleyek di rêya hemû jinan de, bû sembola berxwedana jinên Kurd, wêneyên wê li mal, sazî û peymangehên kurdî hatin daliqandin. Giyanê têkoşer Leyla di berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê de tacîdar dibe, heta niha jinên Kurd berxwedan û têkoşîna Leyla mînak digirin.

Têkoşer Leyla Qasim her wiha di roja şehadeta xwe de bi çalakiyên cur bi cur tê bibîranîn.

ANHA


Mijarên Din