Leyla Xalid çû serdana Leyla Guven: Em ê bi te xurttir bibin

Endama Polîtburoya FHKC’ê Leyla Xalid, Leyla Guven di mala wê de ziyaret kir. Leyla Xalid di serdana xwe de wiha got: “Divê em di rêya azadiya gelê xwe re bimeşin."

Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC) Leyla Xalid, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ziyaret kir. Leyla Guven 159 roj e bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Gulcîhan Şimşek, parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz jî li gel Leyla Xalid çûn serdana Leyla Guven. Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan, Leyla Xalid û şandeya pê re pêşwazî kir.

Leyla Guven ji ber ziyareta Leyla Xalid kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Hûn li ser ser û çavan hatine. Navê we her dem di nava têkoşîna tevgera azadiyê de heye. Ez nikarim zêde biaxivim. Li qisûra min nenêrin. Em gelên mafdar ên Kurd û Filistînê ne. Em ê teqez bi ser bikevin. Em di sedsala 21'an de ji bo gelê Kurd û gelê Filistînê di grevê de ne. Ocalan 20 sal e di bin tecrîdê de ye. Ez bi ziyareta we pir kêfxweş bûm. Teqez em ê bi ser bikevin. Me duh li ber xwe da, em li ber xwe didin, em ê sibê jî li ber xwe bidin. Em du Leyla em ê dest bidin hev û bi ser bikevin. Bila kes ji me û gelê Filistînê nexwaze ku em dest ji grevê berdin. Bila gelê Kurd jî û gelê Filistînê jî wekî gelê cîhane jiyanekê berdewam bikin. Ez di vê rêyê de bimirin jî ji bo min şeref e. Ez pir spas dikim ji bo hatina we."

‘Tu bi hêz î’

Leyla Xalid jî di serdana xwe de wiha got: “Bi dîtina we ez pir kêfxweş bûm. Em dixwazin di vê têkoşînê de tu jî bi me re berdewam bikûî. Tu bi hêz î. Heta ku tu bi me re bî em ê bêtir bi hêz bin. Ez jî pir kêfxweş im. Sekreterê me yê giştî silav û hezkirinên xwe şandin. Niha 13 sal e girtî ye. Hevrêyên me dibêjin bila bi hêz be, em jî li gel wê ne. Niha bi sedan kes li zindanan di grevê de ne. Niha tu jî di grevê de yî. Dîtina min bi te re ji bo min erk bû. Ji ber ku em hemû jinên berxwedêr in. Em jinên têkoşînê ne. Divê em hemû bi hev re di rêya azadî û serkeftina gelan de bimeşin. Di heman demê de bi hev re dengê me di têkoşîna azadiya gelan de bilind bû.”


Mijarên Din