‘Leylayê vîna jinên azad îsbat kir‘

Jinên Reqayê diyar kir ku vîna jinên azad û berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên çalakiyên grevên birçîbûnê tiştên negengaz û xewna wan di rakirina tecrîda li ser Ocalan pêk anîn.

Piştî 200 rojên domdar ji çalakiya grevên birçîbûnê parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Leyla Guven û bi sedan çalakgerên grevên birçîbûnê bidawîbûna çalakiyên xwe ragihand, piştî nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re şandiye.

Girêdayî mijarê ajansa me li gel endamên rêveber ên Rêveberiya Jinan a Reqayê hevpeyvîn çêkirin. Endama Rêveberiya Jinan Xewla El-Îsa got: "Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê serkeftineke mezin pêk anî."

Fehîme El-Casim got: "Vîna mirov tiştê ne gengaz pêk tîne. Leyla û çalakgerên grevên birçîbûnê bi vîna xwe siyaseta dewleta Tirk  a dagirker têk bir û hevdîtina bi Ocalan re pêk anî. Her wiha bi wê vînê dê dagirkerî ji Sûriyê derkeve."

Hela El-Eliyan jî destnîşan kir ku ew wek jin bi berxwedana Leyla Guven serbilind in û got: "Wekî her car Leyla Guven îsbat kir ku vîna jinan bi ser dikeve û dikare civakê bi rê ve bibe."

(şx)
ANHA


Mijarên Din