Îlham Ehmed: Ala berxwedanê ya sedsala 21`emîn di destê jinan de ye

Îlham Ehmed li ser encama berxwedan û têkoşîna jinên herêmê ku hîna didome got:"Jinan ala berxwedanê xistine destê xwe. Di qada siyasî, dîplomasî û civakî de jinan şoreşek ava kir û li hemberî zihniyetên cuda û hemû rengên gef û êrişan têkoşiyan. Ev têkoşîn wê bibe malê hemû cîhanê.”

Ji sala 1977`an û şûnde li cîhanê her sal jin roja xwe pîroz dikin. Ev deh sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin 8`ê Adarê pîroz dikin. Jinên herêmê ji bo nasîna statûya herêmê û  sîstemê gelek gav avêtin û heta niha jî di nav hewldanan de ne. Li pêşberî zihniyeta bi hezaran salan ji reng, armanc û bîrdoziya xwe tu tawîz nedan. Di kongre, civîn û konferansa de li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûariyê jinên herêmê her li pêş bûn.

8`ê Adarê jî yek ji rojên têkoşîna jinan e, ku li dijî maf û kedxwarina jinan bi dirûşma “nan û gul” serî rakirin. Ew berxwedana jinan a ji bo pejirandina mafên wan û naskirina statûya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta roja îro tê.

Derbarê mijarê de, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji ANHA’yê re wiha axivî: “Li cîhanê pêla berxwedana jinan û zanebûnê bi pêş ketiye. Serkeftina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibe serkeftina jinên Sûriyê, Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê.”

‘ROJEK TENÊ TÊRÊ NAKE’

Îlham Ehmed di serî de 8`ê Adarê li tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê pîroz kir û derbarî girîngiya vê rojê de ev nixand kir: “Di dîroka jinan û mirovahiyê de 8`ê Adarê rojeke girîng e. Ew roj encama ked û berxwedana jinan e. Lê ev roj tenê wiha têrê nake, desthilatdarî pir tund û hişk e. Ev yek bi şêwazeke pir mezin li malbat û hemû qadên civakê, her wiha hişmendî û derûniyê bandor dike. Ji bo ku rewşên giran ji holê rabin û sererast bibin, pêwîstî bi asteke tekoşînê hîn mezintir, zanetir û birêxistinkirtir heye. ”

'DIVÊ HER ROJ BIBE 8`Ê ADARÊ'

Îlham Ehmed diyar ku di sedsala 21’emîn de ku wekî sedsala jinan tê pênasekirin û pêla berxwedana jinan li cîhanê bi pêş ketiye û wiha domand: “Jinan deriyên mezin li pêş xwe vekirine ku bi rastî bikaribin xwe îfade bikin û rewşa ku tê de dijîn biguherînin. Her wiha ji bo karibin maf bi dest bixin û wekhevî û edaletê pêk bînin. Di vê çarçoveyê de bi van guhertin û veguhertinên ku çêdibin re,  8`ê Adarê bi wate ye. Derfetên ku li pêşiya jinan û civakê vedibin bi wate ne û divê mayînde bin. Ne tenê rojekê, divê her roj bibe 8`ê Adarê.”

‘JINÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ LI BERAMBERÎ 3 HIŞMENDIYA TÊKOŞIYAN’

Îlham têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hişmendiyê wiha şirove kir: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî sê zihniyetan berxwedan û tekoşînek raber kir. A yekê, zihniyeta desthildar a rejima Baasê ye ku bi salan li Sûriyê hikum kir. A duyemîn, zihniyeta DAIŞ`ê ya ku di salên dawî de weke pêleke pir tarî derket û di dîroka jinan de pêleke pir reş bû. Jinan li beramberî wê berxwedaneke pir mezin meşandin. Ya din jî zihniyeta civakê ya zilamperest ye. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî wan zihniyetan li ber xwe dan.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê destnîşan kir ku di van salên şoreşê de jinên herêmê qalibê ku li ser wan hatiûb ferzkirin, şikandan û wiha dewam kir: “Li hemberî zihniyeta desthildar jî jinan têkoşînek raber kir û derbasî qadên ku qet tê de cih negirtine bûn, wekî qada leşkerî, siyasî û hwd..”

‘ALA BERXWEDANA JINAN KETIYE DESTÊ WAN’

Îlham Ehmed li ser encama berxwedan û têkoşîna jinên herêmê ku hîna didome ev tespît kir:"Jinan ala berxwedanê xistine destê xwe. Îro li ser wê pirtûk tên nivîsandin, fîlm tên çêkirin û bi dehan xebat tên kirin. Jinên cîhanê dema ku behsa tevgera xwe dikin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî nimûne nîşan didin. Tiştên jin pê difikirîn piratîkî jî pêk anîn. Ev serkeftin û destkeftiyên mezin ên ku jinan bi dest xistine dibe malê mirovahiyê. Di cîhanê de dibin nimûne. Li beramberî hovîtiya DAIŞ`ê û desthilatdariyê jinên herêmê tekoşîneke mezin raber kirin û hişt ku li çar hêlên cîhanê li ser biaxvin.”

 ‘SERKEFTIN HIŞMENDIYÊ DIGÛHERÎNÊ’

Îlham daxuyand ku tekoşîna di qada dîplomasî de tê meşandin nîşan didin ku ev tekoşîneke gelekî zor û giran e û wiha domand: “Bi dewletên ku temenê wan bi hezaran salan re em li ser heqîqetekê dimeşin, hem didin nasîn, hem hevdîtinan çêdikin, hem jî têkiliyên dîpolmatîk didin meşandin. Sîstem, siyaset û dîplomasî di destê mêran de ye, li beramberî sîstemeke wiha jin wê bi hêsanî nikaribin dîplomasî, tekoşîn û rastiya xwe bidin nasîn. Fêmkirina vê sîstema ku xwe dispêre zihniyeta desthildar a mêr, pê re tekoşînkirin, rastiya xwe dane qebûlkirin û  ber bi guhertinê ve çûyîn, hem ked hem jî rêxistinbûyîneke pir xurt pêwîst dike.

Berjewendiyên cîhanî û sîstemên dewletan daxwazên qebûlkirina doz û mafên jinan bi perçiqandinê re rû bi rû dihêlin. Li dijî vê hişmendiyê jinên herêma me roleke serekê lîstîn û hîn jî dilîzin. Zehmet e, lê belê bi serkeftinê wê hişmendî bê guherandin.”

 ‘ERKA JINÊN HERÊMÊ ERKA HER KESÎ YE’

Îlham Ehmed bal kişand ser xebatên hevbeş yên jinên cîhanê û diyar kir ku sîstemên sermayedar rêxistinên dijber girtine nava xwe û bi demê re helandine û nehiştiye ku wekî tevgereke muxalefetê bimîne. Îlham Ehmed bi domarî got: “Ji bo vê yekê erka jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erka me tevan e. Em bikaribin vê heqîqetê derxînin holê û li gorê wê em xebatekî hevbeş ê demokratîkirina civakan pêk bînin.“

‘TÊKOŞÎN MALÊ HEMÛ JINAN E’

Seroka Desteya Rêvber a MSD`ê Îlham Ehmed bi bîr xist ku jinan di nava rastiya desthilatdar a mêr, êrişên DAIŞ`ê û gefên dewletên dijber de xwe bi rêxistin kirin, sîstemeke wekheviyê ava kirin, qanûnên xwe derxistin û di demeke pir kurt de beşdarî hemû qadên jiyanê bûn.

Îlham ev pêşketin wekî şoreşê pênase kir û anî ziman ku bi keda şehîdên jin ev destkeftî hatine bidestxistin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li hemberî ewqas gefên êrişê, berxwedan rastiyeke pir balkêş e. Divê mirov wê yekê bibîne û bi pêş bixe. Rola jinan di berdewamkirina vê sîstema xweseriyê û projeya biratiya gelan de ber bi çav e. Yên ku dikarin bi hev re xebatekî bidin meşandin û bi çandên nêzî hev re projeyan pêş bixin jin in. Hebûna jinê di aştî û demokratîkkirina civakê de demokratîkirinê de û berxewdan û helwesta wan gelekî girîng e. Tekoşîna li vir wê di serî de bibe tekoşîna jinên Sûriyê, Rojhilata Navîn û piştre wê bibe malê hemû cîhanê. Ber bi aşîtiyeke cîhanî û demokrasiyê ve çûyîn, erka jinan e.”

(cx)

ANHA   


Mijarên Din