Îlham Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ji bo agirbestê zextê li Tirkiyê bike

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bangawaziya sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres silav kir. Antonio Guterres banga agirbestê li tevahiya herêmên binakok ên cîhanê kiribû.

QSD’ê jî ragihand ku ew bi bangawaziya NY`yê dilsoz e, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Piştî belavbûna Koronavîrusê ya kujer li piraniya welatên cîhanê, NY`yê bang li tevahiya cîhanê kir ku şeran rawestîne. Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres hişyarî da ku rewş li herêmên nakok wê ji vê aloztir be.

AGIRBESTA BÊ ÇARESERIYÊN SERKEFTÎ RÊ LI PÊŞIYA ŞERÊN NÛ VEDIKE’

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de got: "Bangawaziya agirbestê baş e. Lê agirbest bê vedîtina çareseriyên guncew rê li pêşiya şerên nû vedike."

Îlham bangawaziyên agirbestê weke ku têrê nakin hesibandin û got: "Bi agirbestê re divê hewldanên vedîtina çareseriyên serkeftî ji tevahiya pirsgirêkên nakok re hebin."

ENCAMÊN NEBAŞ ÊN ŞERAN

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)piştgiriya bangawaziya navneteweyî dike. Îlham encamên nebaş ên nakokiyan bi bîr xist û got: "Encamên şerên ku niha li cîhanê rû didin li ser xweza û tebeqeya Ozonê bandorên nebaş dikin. Van şeran mirov telef kirin. Her wiha agirbestek li cîhanê wê rolek di xilasiya xweza û mirovahiyê de bilîze, wê vegerîne jiyana xwezayî û fersendekê bide mirovahiyê da ku li xwe vegere."

Di berdewama gotinên xwe de Îlham Ehmed destnîşan kir ku QSD’ê di vî warî de piştî bangawaziyên NY`yê  gavek avêt û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestandina tevahiya operasyonên leşkerî ragihand. Îlham got: "Lê dewleta Tirk ranewestî û êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta îro berdewam dike.”

Ruxmî bangawaziyên cîhanê artêşa Tirk a dagirker rojane herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê topbaran dike, bi taybet gundên li ser eniyan. Ji ber wê şêniyên wan gundan neçar dimînin koçber bibin.

Îlham di berdewama gotinên xwe de got: “Pêwîst e çeteyên ku Tirkiye wan di êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bikar tîne, werin kontrolkirin. Ew çete ji berpirsyariyê direvin. Gelo heya kengî? Divê civaka navneteweyî zextê li Tirkiyê bike da ku çarenûsa wan bê zanîn. Divê helwesteke cidî li hember komên ku nayên kontrolkirin bê girtin. Ji ber ku ew kom berpirsên berbelavbûna Sûriyê û girêkbûna aloziya wê ye."

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye ji tevahiya peyman, lihevkirin û bangawaziyên navneteweyî direve. Em bang li civaka navneteweyî, NY, Yekitiya Ewropa, Amerîka û Rûsya dikin ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku peymanan pêk bîne.”

şx)

ANHA


Mijarên Din