Îlham Ehmed: Dûrxistina nûnerên gelê Sûriyê ji kongreyan bû sedema encamên trajedîk

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê li Kobanê di panelekê de got “Dûrxistina nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê ji kongreyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, bi awayekî neyînî û trajedîk bandor li gelê Sûriyê dike.”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD( panelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo gelê Cizîr û Firatê” li dar dixe û vê sibehê panelek li bajarê Kobanê li dar xist.

Panel li Hola Newroz a Kobanê li dar ket. 130 siyasetmedarên Kurd û Ereb û êlên pêkhateyên Ereb û Kurd ên herêma Firatê, siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl tev li panelê bûn.

Seroka Desteya Meclisa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed axivî û destnîşan kir ku nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê tev li civînên derve yên navneteweyî yên girêdayî çareseriya aloziya Sûriyê nebûn. Aliyên sponserên van civînan, aliyên xwedî projeya herî girîng ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûr xistin.

Îlham Ehmed got: “Nûnerê hikumeta Şamê nûnertiya partiya Baasê kir, ne hêviyên gelê Sûriyê yê ku ji ber şer azaran dikişîne. Nûnerên opozîsyona Sûriyê jî nûnertiya ajandeyên dewleta Tirk kir. Ev kongre yan civîn bi xwe re encamên trajedîk anîn serê gelê Sûriyê. Ew jî asta daxwaza sponserên wan kongreyan (Cinêv, Astana û Soçî) di dirêjkirina temena aloziyê de nîşan dide.”

Tê payîn panel bi gotûbêjkirina mijarên diyaloga Sûrî-Sûrî, diyaloga bi opozîsyonê û hikumeta Şamê re, diyaloga Kurd-Kurd û bandorên wê li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyê bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din