Îlham Ehmed: Endamên di kongresê de teqezî li ser hebûna hêzên navneteweyî yên navbeynkar kirin

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed ji DYA`yê daxwaz kir ku qedexeya firîna balafiran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike û êrîşa dewleta Tirk bide rawestandin.

Îlham Ehmed piştî civîna çapemeniyê ya bi parlamenterên demokratîk û cumhûrî di kongresa Amerîkî de di nav de senatorê cumhûrî Lindsey Graham û demokras Chris Van Hollen, ji ANHA`yê re got ku parlamenterên kongresê banga şandina hêzên navneteweyî yên navbeynkar di navbera QSD`ê û Tirkiyê de kirin.

Îlham Ehmed diyar kir ku endamên kongresê yên ku bi wan re civiya, îşaret bi girîngiya qedexeya firîna balafiran û ferzkirina cezayan ser Tirkiyê kirin, da ku wê neçar bikin kiryarên qirkirina etnîkî derheqê gelê Kurd de û guhertina demografiya li xaka Sûriyê rawestîne.

(jo)

ANHA


Mijarên Din