Îlham Ehmed: Gelê Sûriyê dê xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar bike

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed îşaret pê kir ku hêzên destwerdanê li pêşeroja gelê Sûriyê dikin, fitne û gendeliyê di vê pêvajoya hesas de ku herêm tê re derbas dibe, di navbera êl û pêkhateyan de çêdikin û got gelê Sûriyê dê xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.

Komxebata ku bi dirûşma "Êlên Sûriyê civakê û hevpeymana civakî diparêzin" li bajarokê Eyn Îsa yê li Bakurê Sûriyê didome. Nûnerên nêzî 70 êl û eşîrên Sûriyê beşdar bûne. Nûnerên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê, nûnerên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî û fermandarên QSD’ê jî beşdarî komxebatê bûne.

Piştî destpêkirina komxebatê, endamê komîteya amadekar Ferhan Hac Îsa, rûspiyên êl û qebîleyan vexwendin ser dikê.

Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed silav li beşdaran kir û wiha got: “Îro li vir em pev re pêşeroja xwe xêz dikin û Sûriyeke nû bi yekdestî ava dikin. Berê xwe piştî têkbirina terorê, pev re diyar dikin û çawa pev re bigihîjin peymaneke nû û yekkirina gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û çandên xwe. Pev re kom dibin ku Sûriyeke nû di vê pêvajoya nazik de binexşînin, bi taybet çavên dijmin hemû li ser gelê Sûriyê ne. Ji ber ku di têkbirina terorê de û nexşkirina jiyaneke nû de, we gelek qurbanî dan."

Îlham Ehmed got hêzên destwerdanê li pêşeroja gelê Sûriyê dikin, fitne û gendeliyê di vê pêvajoya hesas de ku herêm tê re derbas dibe, di navbera êl û pêkhateyan de diafirînin.

Îlham Ehmed wiha axaftina xwe domand: "Me planek ji bo gava pêş daniye da ku nexşeyên nû û jiyaneke nû xêz bikin. Em ê bikarin hemû astengî û dijwariyên ku li pêş me derkevin, derbas bikin û li hember bisekinin. Me xwest hemû sûriyan ji tevahî herêmên Sûriyê, çi ji perav dibe û çi jî ji başûr, bakur, rojhilat û rojavayê wê be, li hev kom bikin. Em hêvî dikin ku bend tune bûna wek gotina “rojhilatê Firatê” û “rojavayê Firatê”. Lê me karî kom bikirana."

Her wiha diyar kir ku îro, rojeke dîrokî jiyan dikin ku sûrî dê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin û ne bi destê hêzên derve yan jî tu dewleteke destwerdanê li Sûriyê bike.

Tekez kir kur parçekirina xaka Sûriyê, nijadpersetî û tu nakokiyên ku di navbera pêkhateyan de li ser bingehê netewe û etnîkî der bikevin, red dikin.

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed îşaret pê kir ku kombûna wan nameyek e ku ji hemû cîhanê re bibêjin hûn çi dikin bikin, hûn nikarin vîna me ya ku teror têk biriye û azarên ku ji hêla destpotiya rejîma Sûriyê ve kişandine, bişikînin. Her wiha xuya kir ku dikarin hemû dozên xwe yên hundirîn bi xwe çareser bikin û hewceyî tu hêzekê nabin ku pirsgirêkan çareser bikin.

Îlham Ehmed bal kişand ser herêmên nû ji terorê hatine rizgarkirin û wiha pê de çû: "Em dizanin ku pêdiviya wan herêman bi xizmetguzariyê heye. Ev daxwaz jî dikare bê çareserkirin û dabînkirin û ne ku dozên nayên çareserkirin. Çawa ku zimanê diyalogê di navbera me de heye, em serkeftî ne. Ev jî tê wateya em dikarin hemû astengiyan derbas bikin û tu tişt dijwar nîn e."

Îlham Ehmed wiha lê zêde kir: "Li gel me vîn û fikra stratejîk heye. Ev jî tê wateya ku li pêş in û Sûriyeke nû dê bi rê ve bibin. Destpêka xebata me parastina ewlehî û aramiya van herêman e û dabînkirina pêdiviyên şêniyên herêman û xurtkirina Rêveberiya Xweser e da ku şênî pê re bin."

‘Diyalog dê bibe bingeha çareseriya Sûriyê’

Îlham Ehmed di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku herêmên dagirkirî dê rastî girîngiyeke mezin bên da ku bên rizgarkirin û wiha domand: "Nameya xwe ji raya giştî û cîhanê re bi rê dikin ku hemû cureyên dagirkeriyê bi dawî bikin û deriyê derfetan li pêş penaber û koçberan vekin da ku vegerin warên xwe. Her wiha dest bi diyalogên nû bikin ku Sûriya nû ava bikin."

Li dawiya axaftina xwe de Îlham Ehmed got gelê Sûriyê dikare van gavan biavêjin heke yekgirtî bin û soz da ku dê komxbetên dîtir dê pêşerojê de li dar bixin. Her wiha şehîdên ku canê xwe di oxira jiyaneke azad û birûmet de dane, bi bîr anîn.

Komxebat bi axaftinên beşdaran berdewam dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din