Îlham Ehmed: Lihevkirina aliyên Sûriyê rê li ber destwerdanên derve digire

Îlham Ehmed bang li aliyên Sûriyê kir ku bigihîjin lihevkirinekê da ku rê li ber mudaxeleyên derve were girtin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di beşa sêyemîn û dawîn a hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me ANHA‘yê de bal kişand ser nexşerêya ku dê Sûriyê bigihîne aramiyê, rêbazên pêkanîna lihevkirinekê di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê de û hewldanên di vê derbarê de têne kirin çi Kongreya Qahîreyê be yan jî komîteya destûrê ya bingehîn be.

Îlham Ehmed bal kişand ser rêbazên pêkanîna lihevkirinekê di navbera aliyên opozîsyonê de da ku bigihîjin helwesteke yekbûyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û got: "Ewilî divê zemîneke giştî hebe ku Sûrî li ser wê li hev bikin, ji opozîsyonê tê xwestin ku li helwestên xwe yên kevn binêre û bigihîje qenaetekê ku lihevkirina bi sûriyan re dê siyaseta durist a ku dikare Sûriyê ji krîzê xilas bike, pêk bîne."

‘GELÊN SÛRIYÊ DIKARIN LI HEV BIKIN Û ÇARESERIYAN JI PIRSGIRÊKÊN HEYÎ RE BIBÎNIN’

Îlham Ehmed wiha pê de çû: "Derfetên gihîştina lihevkirinê hene û ne zehmet in, tevî hemû çalakiyên leşkerî yên ku rû dane, çi çalakiyên şer bin an jî herêmên hatine dagirkrin, yan jî guhertina demografîk, lê bi lihevkirinê re pirsgirêkên heyî dikarin bêne çareserkirin. Ev yek di çarçoveya lihevkirineke siyasî di navbera aliyên siyasî yên Sûriyê de pêkan e. Divê lihevkirinek pêk were da ku ji cîhan û hêzên navdewletî û herêmî re îsbat bibe ku sûrî dikarin li hev bikin û çareseriyê ji hemû pirsgirêkên heyî re bibînin."

‘EM DI KONGREYA QAHÎREYÊ DE ALIYEKÎ BIRÊXISTINKIRÎ NE’

Der barê mijara Kongreya Qahîreyê ku dê di demên pêş de were lidarxistin û rola Meclisa Sûriya Demokratîk di kongreyê de, Îlham Ehmed got: "Ya niha tê kirin vesazkirina desteya diyalogan e. Kesên serbixwe yên di desteya diyalogan de hatin guhertin, dibe ku blok û dikên din çi Qahîre be çi Moskov, werin guhertin. Em niha aliyekî birêxistinkirî ji bo Kongreya Qahîre ne. Tevî guhertinên ku di çarçoveya diyalogan de têne kirin, em bi hêvî ne ku encamên erênî hebin."

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de got: "Em beşdarî komîteya destûrê nehatin kirin. Lê aliyên din wê beşdar bibin ku der barê wan de agahî nehatin dayîn. Em bi hemû aliyan re çi di komîteya destûrê û çi jî derveyî wê be, di nava peywendiyan de ne. Di heman demê de têkilî û hevdîtinên me bi şandeya diyalogan re berdewam in, wê encamên wê li ser asta neteweyî erênî bin."

‘RÛSYA Û AMERÎKA XWEDÎ ROLEKE SEREKE DI RÊVEBIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ DE NE’

Têkildarî rola Rûsya û Amerîkayê di pêşeroja Sûriyê de Îlham Ehmed ev tişt anî ziman: "Du aliyên sereke û aktîf li Sûriyê hene; Rûsya û Amerîka. Tirkiye bi hemû rêbazan destwerdanê dike da ku rola wê ya sereke di xêzkirina pêşeroja Sûriyê de hebe. Dîsa Rûsya û Amerîkayê di rêvebirina aloziyê û bûyerên li ser erdê rû didin de xwedî roleke sereke ne. Tişta ji her du aliyan tê xwestin (dewletên herêmî û civaka navdewletî) piştevaniya Sûriyê ber bi çareseriyeke rasteqîn ve bikin."

Îlham Ehmed anî ziman ku divê piştevanî bi gelê Sûriyê re were kirin da ku dawî li şer were û desteka ji bo komên çekdar ên tundraw li ser xaka Sûriyê were rawestandin. Her wiha girîngiya piştgiriya xeta siyasî û destberdana ji desteka leşkerî destnîşan kir. Îlham Ehmed got divê tevahî aliyên Sûriyê beşdarî çareseriyê bibin û hêzên demokratîk destekê bibin jinûveavakirinê û pêkanîna agirbestê.

‘GELÊ SÛRIYÊ DIKARE NEXŞERÊYA XWE ÇÊKE’

Seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed anî ziman ku gelê Sûriyê destwerdana derve qebûl nake û bê destwerdana derve hêz, îrade û projeya wê ya danîna nexşerêya nû ya Sûriyê heye û wiha got: "Sûriye bi xwezaya xwe destwerdana derve qebûl nake, gelê Sûriyê bi desthilatdariya ku bi salan li welat hikum kir re nîn e ku bû sedema talûkeyekê li Sûriyê. Li ser vê yekê divê ev siyaset werin guhertin çi ji aliyê rejîmê ve be yan jî aliyê din be da ku pêvajoyeke nû dest pê bike."

Îlham Ehmed bang li aliyên siyasî yên Sûriyê kir ku peyamekê bidin van hêzan ku hebûna wan divê ji bo xizmet û piştgiriya sûriyan be, her wiha ji bo parastina aştî û aramiyê be da ku ber bi proseseke siyasî ya hevgirtî ve biçin û bibin dostên rasteqîn ên gelê Sûriyê.

ANHA


Mijarên Din