Li 6 gundên Til Hemîsê şewat derket

Li 6 gund navçeya Til Hemîsê agir bi zeviyên çandiniyê ket. Tîmên Agirkujiyê şewat vemirandin.

Li gundên Zubeyda yê bajaroka Ceza, Heswiya Biçûk, Hudeybiyê ya bajarokê Ûkazê, Şûra û Qerat Temaş ê girêdayî bajarokê Ebû Cirn bi sedan hektar zevî şewitîn.

Tîma Agirkujiyê ya navçeyê bi hevkariya şêniyên gund agir vemirin, lê heta gihiştin cihê şewatê agir bi sedan hektar zevî da ber xwe.

Sedema şewatê nehatiye naskirin.

Ji destpêka mewsimê çinînê bi hezaran hektar ji zevî navçeya Til Hemîsê şewitîn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh li ser vê mijarê daxuyanî dabû û got, şewat bi zanebûn tê kirin û kesên dixwazin derbe li aboriya herêmê bixin wisa dikin.

ANHA


Mijarên Din