Li Afganistanê 3 teqîn pêk hatin, 12 kes mirin

Berpirsan gotin 3 teqîn li paytexa Afganistanê Kabul pêk hatin, yek ji teqînê di basa veguhestina karmendên hikumetê de pêk hat û di encamê de herî kêm 12 kes hatin kuştin.

Ajansa Rutersê li ser zimanê berpirsên Afxanistanê ragihand ku 5 karmendên wezareta petrolê hatin kuştin û 10 kes di êrîşa ser basê de birîndar bûn û zêdetirî 20 kesên di teqîna din de birîndar bûn.

Teqîna yekemîn bi rêya bombeyekê di baseke biçûk de hatibû kirin û xwekuj xwe li nêzî cihên êrîşa basê de teqand, teqîna sêyemîn jî li gorî berdevkê wezareta hundirîn li Kabul Nesret Rehêmî gotî, çekdarên nenas erebeyek teqandin.

Di demeke ku serokerkanê Amerîkayê yê hevbeş Joseph Dunford  bi rayedarên payebilind ên Amerîkayê û NATO`yê re li Kabulê diciviya teqîn pêk hatin. Lê heta niha Tu aliyan berpirsyariya êrîşan negirt ser xwe.

(ekîb)


Mijarên Din