Li Afganistanê di mizgeftekê de teqîn: Kesek mir, 16 birîndar bûn

Li paytexta Afganistanê Kabîlê li mizgeftekê de teqîn çêbû. Di teqînê de melayek mir û 16 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezîrê Karê Navxweyî Nasrat Rahîmî daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku teqîn seat 13:20’an li nava mizgefta El -Takva pêk hatiye.

Berdevk diyar kir ku di teqînê de melayê mizgeftê Samîûllah Rehan miriye.

Di teqînê de 16 kes birîndar bûn.

Berdevkê polîsê Kabîlê Fîrdews Faramarz jî bîlançoya teqînê piştrast kir û got; “Yekîneyên me li ser şert û mercên teqînê lêpirsinê dikin.”

Heta niha ti aliyeîk teqîn negirtiye ser xwe.


Mijarên Din