Li Afganistanê êrîşa Talîbanê: 7 polîs mirin

Li bajarê Badges ê rojavayê  Afganistanê tevgera Talîbanê êrîşî benda kontrolê kir, hate diyarkirin ku di êrîşî de 7 polîs mirin.

Endamê meclisa bajêr Mihemed Nasir Nizarî diyar kir ku di êrîşa li navçeya Qadîsê ya Badgesê de 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Li gorî  ajansa Associated Press, Wezareta Parastinê ya Afganisê diyar kir ku Hêzên Koalîsyonê bi koordîneya Hêzên Afganistê  êvara Înê 2 êrîşên esmanî li bajarê Konar ê rojhhilatê welat pêk anî û di encamê de herî kêm 43 endamên DAIŞ'ê mirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku êrîşên, rêxistina DAIŞ'ê li herêma Chabara hate hedefgirkin û gelek ji Pakistînî û Ozbekî hatin kuştin.


Mijarên Din