Li Afganistanê êrîşên bombeyî: 1 mirî , 17 birîndar

Li Afganistanê li dû hev 3 êrîşên bombeyî pêk hatin. Li gorî agahiyên pêşîn ên berdest, kesekî jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Afganistanê Kabûlê li pey hev 3 êrîşên bombeyî pêk hatin. Li gorî agahiyên berdest, di êrîşan de herî kêm kesekî jiyana xwe j dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Afganistanê Nasrat Rehîmî der barê êrîşan de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa yekemîn li dijî serwîseke xwendekarên zanîngehê pêk hatiye û her du êrîşên din jî li nêzî cihê êrîşa yekemîn çêbûne.

Rehîmî destnîşan kir ku di nav birîndaran de rojnamegerek jî heye.


Mijarên Din