Li Afganistanê teqîn

Îro teqînek li paytexta Afganistanê Kabûlê ku komeke biyanî kiribû armanc, rû da.

Ajansa Reutersê li ser zimanê rayedarên ewlehiyê got: “Erebeyeke bombebarkirî li Kabûlê ku komeke ewropiyan kiribû armanc, teqiya."

Ji dema ku endamên Talîbanê navendên hikumî û biyanî bikin hedef, bergiriyên ewlehiyê li Kabûlê hatin zêdekirin.

Berdevkê Wezareta Hundirîn a Afganistanê Nesret Rehîmî got teqîn li herêma Şehrno ya girêdayî Kabûlê rû da, lê agahiyên der barê windahiyan de diyar nekirin. Rehîmî got li herêmê carcaran fîşek tên teqandin.

Şahidekî teqînê têkildarî mijarê got devera ku teqîn lê çêbûye, nêzî buroya serdozgeriyê ye, ji ber vê yekê herêm hat dorpêçkirin û yekser ambulans û erebeyên polîsan berê xwe da cihê bûyerê.

 (eh)

 

 


Mijarên Din