Li Afganistanê teqîn, kuştî û birîndar hene

Reutersê ser zimanê rayedarekî ragihand ku barhilgirek tevgera Talîban bombebarkirîbû, dema nêzî nexweşxaniya başûrê Afganistanê bû, teqiya, herî kêm 20 kes kuşt û 95 kesên din jî birîndar kir.

Tevgera Talîbanê ku bi têkçûna danûstandinên aştiyan e yên bi DYA`yê re her roj êrîşan pêk tîne, ragihand ku wan  avahiya rêveberiya îstixbarata hikumetê ya li Qelatê anku paytexta kantona Zabil kiribû armanc.

Rayedarekî bayebilind di Wezareta Parastina Kabûlê de got, kesên tundrew dixwestin baregeha perwerdê ya li gerînendeya neteweyî ya ewlekariya welêt bikin armanc, lê erebeya bombebarkirî li derveyî nexweşxaneya nêzîk hate rawestandin.

Endamê Meclisa Herêmê li Qelat Hec Ata Can Hiqbiyan got, 20 kes hatin kuştin û 95 kes jî birîndar in, her wiha diyar kir ku hêj hêzên ewlekariya di bin kavilan de li terman digerin, ji ber vê yekê dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

(eh)


Mijarên Din