Li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo mamoste têne perwerdekirin

Li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya bajarê Qamişlo 85 mamsote ji herêma Cizîrê li ser şêwazê dersdayînê ya li gorî metiryalê nû, têne perwerdekirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê biryar da ku meteryalê xweseriyê derbasî refa xwendinê ya 12`an bi herdû beşên xwe zanist û wêjeyî bike. Her wiha hemû dibistanên girêdayî wezareta perweredeyê ya hikûmetê Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser û peymangehên taybet, bigre.

Piştî ku meteryal derbasî dibistanên girêdayî desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, desteyê amadekirina meteryalan ji bo refa 12`an bi beşa zanist û wêjeyî bidawî kir û di vê sal pêş de dê dest bi dayîna wê were kirin.

Ji bo ku mamoste fêrî şêwazê dersdayîna meteryalê perwerdeyê yê refa 12`an bibin, Akademiya Şehîd Egîd Cîlo di 1`ê Tîrmehê de dest bi dayîna perwerdeyê kir. 85 mamosteyên ji herêma Cizîrê û ji hemû branşan tev li perwerdeyê bûne. Di perwerdeyê de şêwazê dersdayînê li gorî meteryalê nû têne dayîn da ku mamoste karibin dersên refa 12`an di sala nû ya perwerdeyê de bibin.

Her dewreyek perwerdeyê dê 7 rojan dewam bike û dibe ku heta 10 rojî dijrêj bike  jî heta ku meteryalê perwerdeyê bidawî bibe. Mekanîzmeya perwerdeyê li ser beşan pêk tên. Di her heftiyekê de 6 branş ji bi perwrdeyê têne diyarkirin û ji bo dersdayîna zimanê erebî li bajarê Hesekê jî hatine diyarkirin. 

Ji projeyên Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê ku sala nû ya perwerdeyê 2020 – 2021, 20 rojan  pêşde bixe da ku xwendina xwendekaran ku ji ber Koronavîrus serdeçûye, temam bikin.

Der barê armancên dewreya perwerdeyê ji rêveberên Akademiya Şehîd Egîd Cîlo Semîa Hec Elî wiha got: "Ji ber belavbûna Koronavîrûs hemû dibistan hatin sekinanin. Em dixebitin da ku dewreyên perwerdeyê di meha Tebaxa bidawî bikin û dibe ku dibistan di 20`ê Tebaxa 2020`an werin vekirin."

Semîra wiha anî ziman: "Em hewl didin hemû mamosteyan bi awayekî baş perwerde bikin da ku karibin xwendekaran baş perwerde bikin. Her wiha da ku xwendekar karibe branşên xwe di pêşerojê de diyar bike. Ev yek girêdayî şêwazî mamosteyan di dersdayînê de ye."

Mamosteya bi navê Nejbîr Mustefa Umer ji bajarê Dêrikê ye ev tişt got: "Em agahiyên nû ji perwerdeyê digrin. Perwerde ji bo dersdayîna xwendekaran pêngaveke baş e. Ji bo em karibin li gorî şêwazên nû xwendekaran perwerde bikin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din