Li Almanyayê 4 jin û 3 mêrên ku gumana fînansekirina çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyeyê li ser wan heye, hatin binçavkirin.
Polîsên Almanyayê di saetên sibehê de bi ser 19 malên li seranserê welat de girt.
Tê îdiakirin ku kesên hatine binçavkirin, wekî navbeynkarên darayî ji torên fînansekirina çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyeyê kar dikirin.
Di nava kesên hatine binçavkirin de, welatiyekî Tirkiyeyê jî heye.
(c)