Polîsê Almanyayê vê sibehê (pêncşem) operasyona serdegirtinê li Berlîn û Brandenburgê li dijî navendên "îslamî" yên ku guman li ser wan hene ku têkiliyan wan bi komên radîkal re hene, pêk anî.
Li gorî rojnemaya Bild ya almanî, ev serdegirtin têkildarî pêkanîna biryara qedexekirinê ya li dijî komeleyeke tirkî-erebî ye ku desthilata Almanyayê guman dike ku ew komele nêzî DAIŞ'ê ye.
Wezareta Karên Hundir û Werzîşê ya Berlînê li ser Twitterê diyar kir ku wan komeleya ku bi navê Zanîngehên Berlînê an jî Yekbûna Berlînê dihate naskirin, qedexe kiriye.
Operasyona serdegirtinê, piştî rojekê ku dadgeheke almanî cezayê 10 sal û nîv li Ebû El-Wela ku wek rêvebirê DAIŞ`ê yê li Almanyayê tê naskirin birî, pêk hat.
(dm)