Li Almanyayê êrişên çekdarî: 8 kes hatin kuştin

Navenda Polîsan a Almanyayê ragihand ku di 2 bûyerên gulereşandinê de li bajarokê  Hanau yê nêzî bajarê Frankfurtê , 8 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Polîsan bi daxuyaniyekê diyar kir ku êriş berbanga pêncşemê pêk hatiye û hejmara kesên ku êriş pêk anîne, nayê zanîn û wiha dewam kir: "Di gulereşandina li 2 qehwexaneyan de, 8 kes hatin kuştin û 5 kesên din birîndar bûn ku rewşa wan giran e."

Polîsan da zanîn ku kesên tê texmînkirin ku wan êriş li qehwexaneyan pêk anîne, hîna nehatine girtin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên herêmî, bûyera yekê li qehwexaneyeke li navraste bajarokê Hanau pêk hat û 3 kes hatin kuştin. Ya din jî qehwexaneyeke li taxa Kesselstadt hedef girt û 5 kes hatin kuştin.

(cx)


Mijarên Din