Li Almanyayê xetereya Îxwan El-Muslimîn û DAIŞ’ê

Di raporeke îstixbaratî ya Almanyayê de hate diyarkirin ku Almanya hê jî armanceke girîng a komên terorîst e û hate destnîşankirin ku hebûna Îxwan El-Muslimîn li Berlînê pir xurt e.

Li gorî rojnameya El-Eyn El-Îxbariye ku di raporeke desteya Parastina Destûrê (îstixbaratên hundirîn) li wîlayeta Berlînê de hat diyarkirin ku êrişên ji aliyê hikumetê ve di salên dawîn de hatin astengkirin, diyar dikin ku Almanya û bi taybet Berlîn hê jî ji komên terorîst re armanceke girîng e.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hê jî xetereya pêkanîna êrişên terorîstî li Almanyayê bilind e.

Her wiha hat eşkerekirin ku tevgerên tekane xetereya wan zêdetir e û endam ji bo pêkanîna êrişên terorî bi tena sere xwe tev digerin. Raporê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê û Iraqê vegeriyane, xetereyeke mezin li ser ewlehiya welêt û bi taybet wîlayeta Berlînê çêdikin.

Di raporê de hate gotin ku di demên dawîn de nêzî 65 çeteyên DAIŞ`ê vegeriyan Berlînê û ji sedî 20 jin in.

(bx)


Mijarên Din