Li Amûdê li hemberî bihabûn û dabînkirina kar ji jinan re sûkek hat vekirin

Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Amûdê sûka sebze û madeyên xwarinê bi armanca kêmkirina bihabûn û keysbaziya bazirganan, vekir.

Der barê bilindbûna bihaya kelûpelan û kêmbûna lîreya Sûriye li hember dolar, ferzkirina hikumeta Amerîkayê ceza bi rêya qanûna Qeyserê li Sûriyê, gel astengiyan li beramberî bihabûnê dikişîne.

Bi wê re jî Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Amûdê ya girêdayî herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro projeyek bi rêya bihayên kêm ku sûdê dide şêniyan vekir. Her wiha di roja yekemîn a vekirina sûkê de gelek şêniyan berê xwe dayê.

Niha navê wê sûka sebzeyan e, tê de 10 jin sebze, madeyên xwarinê û amûrên paqijiyê difiroşin, her wiha 2 endamên rêveber ên Komîteya Aboriyê ya Jinan çavdêriya wê dikin.

Li sûka sebze, sebzeyên herêmê tên firotin, her wiha sebze ji baçeya Komîteyê Aboriyê ya Jinan tê dabînkirin, madeyên xwarin û amûrên paqijiyê ji kargehên "Dem Sal" ên li navçeya Dirbêsiyê tên peydakirin.

Endama rêveber a sûkê Cûdî Yûnis wiha got: "Hedef ji vekirina vê sûkê kêmkirina bihabûn, têkbirina keysbaziya bazirgan û xizmetkirina civakê ye."

Cûdî destnîşan kir ku dê lîsteya bihayan dê sapît bimîne û dê bandoriya kêmbûna lîreya Sûriyê li hember dolar bandorê neke.

Cûdî diyar kir ku dê proje sûdê di dabînkirina derfetên kar de bide jinan, her wiha ihtîmal e firoşkarên jin di rojên pêş de zêde bibe û bibe 20 jin.

Ji aliyê xwe ve jî firoşkareke li sûkê bi navê Bihar Kawa got ku bihayên wan guncaw û kêm in û dê sûdê bide civakê bi taybet bi bihabûnê bihayan re.

(fr)

ANHA


Mijarên Din