Li Amûdê pirgirêka kehrebeyê li benda çareseriyê

Li hinek taxên navçeya Amûde pirsgirêka qutbûna kehrebeyê heye. Pirsgirêk ji ber xirabbûna jeneretorên şirketa Ronak derdikevin. Berpirsek şirketê diyar kir ku ew nikarin lêçûnên sererastkirinê peyda bikin.

Şirketa Ronak ku şirketek taybet e ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kehrebê peyda dike. Ev şirket di 2013`an de av bû.

Ji ber qutbûna domdar a kehrebeyê li navçeya Amûde, di sala 2013’an de Şirketa Ronak stasyonek ji bo derxstina kehrebeyê ava kir. Ev stasyon ji 6 jeneratoran pêk tê. Rojane 12 saetan kehrebeyê didin sûka navendî û 4 taxan. Bihayê her ampêrekî 2 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Ji zêdetirî 15 rojan ve du jenerator xirab bûen. Ji wê demê ve şêniyên hinek taxan bê kehrebe ne.

Şênî li şirketê gilî dikin, ji bo ku pirsgirêkê çareser bikin. Bi taybet di havînê de û bilindbûna pileyên germahiyê. Lê heta niha giliyên wan nehatin bihîstin û pirsgirêk çareser nebû.

EV 15 ROJIN PIRSGIRÊKA KEHREBEYÊ ÇARESER NEBÛ YE

Şêniyê bi navê Sebah Mistefa got: “Ev 15 rojin kehrebeya qut bûye. Em ditirsin di vê havînê de em û zarokan bi nexweşiyên mîna tîfo û menenjît bikevin. Me li cem şirketê gilî kir lê bê fêdeye.”

′ME PEREYÊN JI ME TÊN XWESTIN DAN, LÊ HETA NIHA JENERATOR SERERAST NEBÛNE’

Şêniya bi navê Îlham Ebdo destnîşan kir ku wan pereyên pêwîst ji bo sererastkirina jeneratoran dane, lê heta niha pirsgirêk çareser nebûye û got: “Dema em li şirketê vegeriyan, gotin divê hûn pere bidin ji bo ku pirsgirêk çareser bibe. Her malekî 25 hezar lîreyên Sûriyê da lê dîsa jî pirsgirêk çareser nebû.”

Îlham destnîşan kir ku ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, nikarin  tehemul bikin, ceneratorek biçûk ji dostekî malbatê anî û got: “Dema em jeneratorê vêdixin, mala me vediguhere hola şahiyê. Cîran hemû tên hinek li ber merweheyê û hinek li ber  kilîmayê xwe hinêk dikin. Me ava sar li hemû cîranan belav kir. Ava sar bi zehmetî tê peydakirin.”

Şêniyê bi navê Ferîd Mihemed jî diyar kir ku jeneratora ku kehrebê dide taxê, ji deh rojan ve xirab bûye û got: “Pere xwestin da ku jeneratorê sererast bikin. Ruxmî aloziya aborî ya dijwar me da. Lê heta niha em bê kehrebe ne.”

‘QEZENC TÊRA LÊÇÛNA SERERASTKIRINÊ NAKE’

Girêdayî pirsgirêka kehrebeyê, endamê rêveber ê şirketê Serdar Tezyanî diyar kir ku ji 2013`an ve ji şêniyan re kar dikin û wiha got: “Dema ku kehrebe bi temamî li navçeyê qut bû, me jenerator danîn. Ev  8 sale şirket xebatên xwe pêşkêş dike. Hewl dide pirsgirêkan bi lez çareser bike.”

Têkildarî sedemên xirabûna jeneratoran, Tezyanî got ji ber buhabûna perçeyên guhertinê û aloziya aborî nikarin pirsgirêkên derdikevin çareser bikin.

Tezyanî axaftina xwe wiha domand: “Du sedemên pirsgirêkê hene. Ya yekê êdî em nikarin jeneratoran sererast bikin. Ji ber ku qezenca şirketê gelek kêm e. Sedema din jî daketina nirxê lîreyê Sûriyê ye.”

Berpirsên şirketê rave kirin ku ew hewl didin çareseriyekê peyda bikin û niha bi meclisa navçeyê û aliyên têkildar re nîqaş dikin da ku çareseriyek guncew ji pirsgirêkê re bibînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din