Li Amûdê tîmek cîhazeke nefeskişandinê bi pêş dixe

Tîmeke teknîk ji ciwanên navçeya Amûdê hewl didin nimûneya cîhazeke nefeskişandinê ji bo rewşên awarte bi pêş bixe ku dê pêdiviya navendên tenduristiyê bi cih bîne. Ji ber ku ji bo têkoşîna li dijî Koronavîrusê pêwîstiya nexweşxaneyan bi cîhazên nefeskişandina sinaî heye.

Li piraniya welatên cîhanê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ku heta niha bi hezaran kes dane ber xwe û hejmara nexweşan rojana zêde dibe, tirs serwer e. Navendên tenduristiyê yên cîhanê ji bo têkoşîna li dijî vê vîrusê, li derman û alavan digerin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), nîşaneyên Koronavîrusê bi germahiya laş û kuxikê dest pê dike, piştre nexweş bi zehmetî nefesa xwe dikişînin û pêwîstiya xwe bi nefeskişandina sinaî û lênêrîna tenduristiyê ya taybet li nexweşxaneyê çêdibe.

Tîmeke teknîk ji ciwanên Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ku ji endezyarê elektronîk Mehmûd Mihemed Xêr, teknîkvanê elektrîkê Mesûm Silêman û teknîkvanê elektronîk Serdar Tahir Selîm pêk tê, hewl dide nimûneyeke cîhaza nefeskişandina sinaî bi pêş bixe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha 27 cîhazên nefeskişandina sinaî hene, Rêveberiya Xweser hewl dide ku hejmareke li gorî pêdiviya şêniyên herêmê peyda bike. Ev yek di çarçoveya tedbîrên Rêveberiyê de ku ji bo amadekirina navendên tenduristiyê girtine, pêk tê.

Der barê xebatê tîma wan de, Serdar Tahir ji ANHA`yê re diyar kir ku li ser daxwaza Heyva Sor a Kurd, ew li ser pêşxistina nimûneya cîhazeke nefeskişandina sinaî kar dikin û wiha got: "Rêxistina Heyva Sor a Kurd pêşxistina cîhazeke nefeskişandina sinaî ji bo rewşên lezgîn ji me xwest."

NIMÛNEYA YEKEMÎN HATE ÇÊKIRIN

Tîmê di 3 rojan de nimûneya yekemîn a cîhazê çêkir ku dikare nefesa ku nexweş dikişîne û dema wê kontrol bike.

Di demekê de ku şîrketên tenduristiyê yên cîhanê hewl didin ku pêdiviyên tenduristiyê û cîhazên nefeskişandina sinaî ku heta rêjeyeke mezin jiyana nexweşên Koronavîrusê rizgar dikin, peyda bikin. Lê belê dîsa jî tu encamên berbiçav bi dest naxin.

Li ser ferq û cudahiya di navbera nimûmeya cîhaza nefeskişandina sinaî ku tîma teknîkî bi pêş dixe û cîhazên niha li nexweşxane û navendên tenduristiyê tên bikaranîn, Serdar Tahir wiha got: "Em bi qasî dikarin hewl didin li gorî pêdiviyên heyî, vê cîhazî bi pêş bixin."

Tahir bi bîr xist ku ev cîhaz dikare nefeskişandin û nefesberdanê kontrol bike û dê piştî şêwirên bi kadroyên tenduristiyê û Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê re, bikeve xizmetê.

Endezyar Mehmûd Mihemed Xêr destnîşan kir ku cîhaza ku ew bi pêş dixin li gorî şertên teknîk ên cîhanî hatiye çêkirin û wiha got: “Em hewl didin alavên pêwîstiya gelên herêmê pê heye, çêkin. Em bi vê baweriyê kar dikin; "xeyal bike, dê xeyalên te pêk bên."

Mesûm Silêman jî dibêje ku ger ev cîhaz bê pêşxistin, dê zexta li ser kadroyên tenduristiyê bi rêjeyeke mezin kêm bike, bi taybetî ji bo kesên destwerdana lezgîn dikin. Her wiha pêwîstiya cîhazê bi çavdêriyê tune ye, ji ber ku bi rêk û pêk û li gorî pêwîstiyê dixebite.

Tê payîn ku nimûneya cîhaza nefeskişandina sinaî di demeke nêz de bi dawî bibe û dê bi awayekî bikontrol bê bikaranîn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din