Li Amêdiyê mayineke artêşa Tirk bi welatiyekî ve teqiya

Li gundê Gelekan ê girêdayî bajarê Dêralok ê Amêdiyê welatiyekî pê li mayinekê kir ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû danîn. Welatiyê bi navê Nezîf Mihsin birîndar bû û rewşa wî giran e.

Li gorî nûçeya Rojnewsê duh êvarê welatiyê bi navê Nezîf Mihsin ê ji gundê Gelekan ê bajarokê Dêralok ê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê, pê li mayinekê kir ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatibû danîn.

Di encama teqîna mayinê de Nezîf Mihsin birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Dihokê. Hate zanîn ku rewşa Mihsin giran e.


Mijarên Din