Li Amedê 4 hevşaredar hatin binçavkirin

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û hevşaredarên Peyas, Bismil û Kocakoyê hatin binçavkirin.

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku beriya niha qeyûm anîbûn şûna wî û Hevşaredara Şaredariya Kayapinarê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Kocakoyê Rojda Nazlier hatin destgîrkirin.

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku Wezareta Navxwe ya Tirk ew ji peywirê girtibû û qeyûm anîbû şûnê û Hevşaredara Şaredariya Kayapinarê Kezîban Yilmaz hatin destgîrkirin.

Hate gotin polîsan dema destgîrkirin 'lêpirsîneke ku didomiya'' hincet nîşan dane.

Polîsan derdora şaredariya Kocakoy, Bismil û Peyasê pêçane û bi hinceta ku ''wê qeyûm bînin'' nahêlin ku personel û rêveberên şaredariyê biçin avahiya şaredariyê.


Mijarên Din