Li Amed û Mêrdînê berxwedan û dorpêç

Welatiyên Amed û Mêrdînê li dijî desteserkrina şaredariyên xwe berxwedana xwe berdewam dikin. Li Amedê çalakiya rûniştînê ket roja 9’an û li Mêrdînê jî 8 roj e li dijî qeyûmê dewleta Tirk çalakî didome.

Li Amedê berxwedana bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kete roja 9'an. Çalakiya rûniştinê ya gel wekî rojên berê li Kolana Lîseyê dewam dike.

Polîsên Tirk ji 19'ê Tebaxê ve bi barîyeran kolan dorpêç kiriye. Polîsan kuçeya li pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi wesayitên polîsan û barîyeran ji çûn û hatinê re girt.

Di çalakiya rûniştinê de hilbijêrên HDP'ê, şêniyen bajêr, parlamenterên HDP'ê Zeynel Ozen, Hasan Ozguneş, Salîha Aydenîz, Remziye Tosun, Nîmetullah Erdogmuş, Hişyar Ozsoy, Dersim Dag, Feleknaz Uca, şaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli hazir in.

Hin zarokan dowîzên bi nivîsa, ''em ne qeyûman, bajarên ku dostê zarokan in dixwazin'' vekirin û ciwanan jî dowîza, ''Em çima mirin? Pirsûs, Enqere, Amed'' vekirin.

Li Mêrdînê polîsan nehişt rojnameger çalakiyê bişopînin

Li Mêrdinê jî çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 8'an de berdewam dike.

Koma ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de, li Parka Karayollari kom bûn û xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî parlamenter kom bûn, polîs hatin qadê û koma HDP'ê dorpêç kir. Polîsên Tirk her wiha destûr nedan ku rojnameger çalakiyê bişopînin û destûr nedan ku dîmen û wêneyan bikişînin. Polîsan dîsa rojnamger ji qadê dûr xistin û li pêş rojnamegeran bûn asteng.

Koma HDP'ê piştî çalakiya rûniştinê dê bimeşe avahiya HDP'ê ya Mêrdînê.


Mijarên Din